Termînolojîya Rêziman û Lenguîstîkê

Termînolojîya Rêziman û Lenguîstîkê

Xebata termînolojîya rêziman û lenguîstîkê ya ji bo dîyalekta kurmancî ku Weqfa Mezopotamyayê ji bo zanîngeha ku dê ava bibe, dida meşandin, bi dawî bû. Ew xebata ev du sal in bi kesên pispor yên ji welat û derveyê welat ku di warê zimannasîyê tên nasîn, dihat kirin. Piştî ku ev xebat bi dawî bû ji bo ku bê nirxandin û pêşnîyaz bên kirin ji gelek sazî û kesên zimannas ra hatiye şandin. Di encama nirxandin û pêşnîyazan da dê di 2017an da wekî pirtûk bê çapkirin û ji bo raya giştî bê pêşkirin.

Xebata Rehbera Rastnivîsînê

Weqfa Mezopotamyayê ji ber ku  di warê rasnivîsîne da tevlihevî û kêmasî hene zêdeyî salekê ye xebata rehbera rastnivîsînê dide meşandin. Ev xebat jî ji alîyê kesên pispor ku di xebata termînolojîya rêziman û lenguîstîkê da cih girtine hatiye kirin. Armanc ew e ku hem materyalên ji bo zanîngehê tê amadekirin hem jî bi giştî rastnivîsa kurmancîyê ji tevlihevîyên rastnivîsê rizgar bibe û kurmancî bibe xwedî rehbereka rastnivîsînê. Ev xebat jî bi dawî bûye û ji bo ku bê nirxandin û pêşnîyaz bên kirin ji gelek sazî û kesên zimannas ra hatiye şandin. Di encama nirxandin û pêşnîyazan da dê di 2017an da wekî pirtûk bê çapkirin û ji bo raya giştî bê pêşkirin.

Top